ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto dîsa gur dibin
Çalakiyên ku bi grevên xwendekaran mezin bûn, kampusên zanîngehan veguherandin qadên mîtîngê. Xwendekaran peyama "Ne Şah ne Mela" da. -
Sewkiyata leşkerî ya DYA’yê bo Rojhilatê Deryaya Spî: Gerald Ford li beravên Girîtê ye
Li gorî dîmenên ku ajansa Reutersê parve kirine, keştiya herî mezin a balafiran a DYA’yê Gerald Ford, gihîşt beravên Girîtê. -
Li Zanîngehên li Îranê xwepêşandanên şermezarkirinê dewam dikin
Xwendekarên li Zanîngehên li Îranê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwepêşandanên şermezarkirinê dewam dikin. -
Dewleta Îranê mikurhatinên bi êşkenceyê diweşîne
Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û vir ve dewleta Îranê mikurhatinên ku bi êşkenceyê bi zorê wergirtî weke 'diyaloga dostane' pêşkêş dike û li medya dewleta Îranê diweşîne. -
Netanyahu: ‘Em dixwazin li dijî eksenên Şîî û Sunnî yên radîkal ekseneke tifaqa nû ava bikin’
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu daxuyand ku ew armanc dikin li Rojhilata Navîn "li dijî eksenên radîkal ên Şîî û Sunnî" toreke tifaqa nû ava bikin. -
Li zanîngehên li Îranê protesto dewam dikin
Xwendekarên zanîngehên Îranê li dijî kuştin û girtina xwendekaran a di dema xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azdî” û “Mirin ji bo dîkdator” dest bi xwepêşandanan kirine. -
Di hevdîtinên Îran-DYE’yê de nêrînên cuda didomin
Di hevdîtinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de têkildarî rakirina pêkanînan a li beramber bernameya nukleer, nêrînên cuda didomin. -
Amnesty: Li Îranê herî kêm 30 kes di metirsiya darvekirinê de ne
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) diyar kir ku herî kêm 30 kes ji ber tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di bin metirsiya darvekirinê de ne. -
Îranê derbarê peymana nukleerî de daxuyanî da: ‘Reşnivîs dê di nav 2-3 rojan de amade bibe’
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî, piştî ultîmatoma Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniyek da û diyar kir ku reşnivîsa (draft) peymana nukleerî dê di nav "du-sê rojan de" amade bibe û piştre pêşkêşî DYA’yê bikin. -
WSJ: Trump alternatîfa operasyona leşkerî ya bi sînor a li dijî Îranê dinirxîne
Hate îdîakirin ku Trump ji bo şertên xwe li ser mijara bernameya nukleerî ya Îranê ferz bike û bide qebûlkirin, êrişên hewayî yên leşkerî yên sînorkirî dinirxîne. -
Îranê gef li DYE’yê xwar ku êrîşî baregehên wê yên li Rojhilata Navîn bike
Îranê name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re şand û diyar kir ku eger êrîşeke leşkerî çêbibe, ew ê baregehên Emerîkayê yên li Rojhilata Navîn hedef bigirin. -
Trump ji bo ‘lihevkirineke watedar’ 10 roj dem da Îranê
Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku divê di navbera Washington û Tehran de “Lihevkirineke watedar” çêbibe û ji bo vê 10 roj dem da Îranê. -
Elmanya ji ber aloziyê hinek leşkerên xwe ji Hewlêrê vekişandin
Wezareta Parastinê ya Elmanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn, wan komek leşkerên xwe ji baregeha leşkerî ya li bajarê Hewlêrê vekişandine. -
Senatorê DYE’yî Graham: Biryara têkildarî Îranê hatiye standin
Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Komarparêz Lindsey Graham anî ziman ku biryara têkildarî Îranê ‘’jixwe hatiye standin.’’ -
NY: Hewlên Îsraîlê yên li Şeriaya Rojava ‘kiryarê îlhaqkirinê’ ye
Cîgira Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Rosemary DiCarlo, da zanîn ku hewlên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina kontrola li ser herêmên li Şerîeya Rojava yên ku ji hêla desthilata Filistînê ve têne birêvebirin tê wateya 'kiryarê îlhaqkirinê.’ -
Çapemeniya DYE’yê: Washington xwe amade dike ku 1000 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne
Hate ragihandin ku DYE plan dike ku di nava du mehên pêşiya me de 1000 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Li gorî nûçeyên çapemeniya Emerîkayê, Washinton difikire ku hebûna xwe ya leşkerî ya li welêt bi dawî bike. -
Krîza Îranê: Îdîaya 'Dibe ku DYE dawiya hefteyê êriş bike'
Hate îdîakirin ku DYE'yê hêzeke mezin a deryayî û hewayî li Rojhilata Navîn bi cih kiriye û ji bo operasyoneke gengaz a leşkerî ya li hemberî Îranê amadekarî kiriye. -
DYE: Em ê bi şiklekî bibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe
Wezîrê Enerjiyê yê DYE’yê Chris Wright got ku ew ê bişiklerkîbibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şîn hate ragihandin
Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, şîna giştî hate ragihandin. -
JD Vance: Îran hin xetên sor ên Trump qebûl nake
Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance di daxuyaniya xwe têkildarî hevdîtinên li gel Îranên yên li Swîsreyê de diyar kir ku pêvajo bi awayekî ‘’tevlihev’’ bi rê ve diçe û got ku Tehran hin xetên sor ên ji aliyê Serok Donald Trump ve hatine diyarkirin, qebûl nake. -
Wezîrê Îsraîlî Smotrich dixwaze Fîlîstînî bêne koçberkirin!
Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ê rastgirê tund îdîa kir ku li Şerîa Rojava û Xeze ya dagirkirî, divê Fîlîstînî ji bo koçkirinê bêne teşwîqkirin. -
85 welatan têkildarî ‘’Şerîeya Rojava’’ nerazîbûna xwe nîşanî Îsraîlê dan
85 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi daxuyaniyeke hevpar pêngavên Îsraîlê yên têkildarî berfirehkirina hebûna xwe ya li Şerîeya Rojava şermezar kirin. -
Li Îran û Rojhilat bîranîna şîna 40 rojî bi protestoyan berdewam kir
Tevgera gel a ku li Tehranê dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, di roja 52’emîn de berdewam dike. Hêzên rejîmê bi guleyên rastîn êrîşî xwepêşandanên ku ji bo bîranîna şîna 40 rojî hatin lidarxistin kirin û gelek bajar hatin dorpêçkirin. -
Îran û DYE li ser ‘rêgezên rê nîşan didin’ li hev kirin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ragihand ku Îran û DYE di hevdîtinên li Swîsreyê de li ser “hin rêzê rêgezên rê nîşan didin’ li hev kirine. -
Peace Now: Îsraîl Qudsê ber bi Şerîeya Rojava ve berfireh dike!
Saziya rêxistina civakî ya aligirê aştiyê Peace Now (Niha Aştî) ku navenda wê li Îsraîlê ye, li dijî plana hikûmetê ya avakirina jîngehek nû ya li ser sînorê Qudsê nerazîbûn nîşan da û got, ev yek tê wateya berfirehkirina bajêr a ber bi Şerîeya Rojava ve.